Li Tetwanê Astsûbay hewilda xwe întîhar bike
Li Tetwanê Astsûbay hewilda xwe întîhar bike
Li Tetwanê Astsûbay hewilda xwe întîhar bike
Li navçeya Tetwanê Astsûbayê bi navê N.D yê li 10’mîn Tûgaya Piyade ya Motorîze ji ber sedemekî nehate zanîn bi demanceya xwe gule li singê xwe da û hewil da xwe bikuje. N.D’yê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, îor di demjimêrên sibehê de Astsûbay Serçawaiş N. D li mala xwe bi demanceyê guleyek li singê xwe da û giran birîndar bû. N.D bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê. Hate ragihandin ku, N.D rakirin beşa çavdêriyê û metirsiya jiyanî hêjan didome.
Di rojên borî de Çawişê Pispro Regaîp Sel yê 26 salî ku di nava artêşa Tirk de weke leşkerê bipere li Colemêrgê peywirdare, destûr girtibû û çûbû li mêvanxaneya çawişên pispor ya li Enqereyê û xwe kuştibû.