Li Tetwanê di navbera gel û leşkaran de pevçûn

Li Tetwanê di navbera gel û leşkaran de pevçûn

Li Taxa Cumhuriyet a Tetwanê di navbera gel û leşkeran de pevçûn derket 2 jê astsubay 3 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku dema astsubayên bi navê Cuma Yalçin û Halîl Îmalî bi maşîneyê li Taxa Cumhuriyet a navçeya Tetwan a girêdayî Bedlîsê digeriyan ji ber sedemeke ku nehat zanîn di navbera wan û niştecihên taxê de nîqaş derketiye. Ji ber ku nîqaş veguherî pevçûnê ligel her du astsubayan Erkan Yondem (27) jî birîndar  bû.

Kesên birîndar bi ambulansên ku hatin cihên bûyerê birin nexweşxaneyan. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.