Li paytexta Suriye Şamê li nêzî avahiya Serfermandariya Giştî ya Suriyeyê êrîşek bombeyî pêk hat. Di encama êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Êrîş li taxa Ebru Mene ya li nêzî Meydana Emevî pêk hat. Hate gotin ku bombe li nêzî avahiyên Serfermandariya Giştî ya Suriyeyê û avahiyên kontrolkirina balefirên leşkerî û sivîl hatiye bicîhkirin û ji dûr ve hatiye teqandin. Di encama teqînê de 4 kes birîndar bûn. Di avahiyan de jî zirara madî pêk hat. Hate ragihandin ku Tugaya Ahfad-ı Resul a girêdayî Artêşa Azad berpirsyariya êrîşê girtiye ser xwe.