Li Şamê êrîşek din a xwekujî

Li Şamê êrîşek din a xwekujî

Li paytexta Suriye Şamê di encama êrîşek xwekujî ku bi wesayet bombebarkirî pêk hat de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer li Taxa Ruknedin ku piranî kurd lê dijîn pêk hat. Hate ragihandin ku li noqteya kontrolkirina nasnameyan a li Taxa Rukneddîn bi wesayîtek bombe barkirî êrîşek xwekujî pêk hat. Di encama êrîşê de ajokarê wesayîtê û welatiyek li cihê bûyerê mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane wesayît bi marqeya Opel û bi plakaya fermî bûye. Hate gotin ku cihê teqînê nêzî firina nan e û gelek welatiyan wê demê ji xwe re nan distand.

Nasnameyên kesên di teqînê de mirine ne diyar e. Piştî teqînê hêzên dewletê cihê bûyerê dorpêç kirin. Kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Hate hînbûn ku noqteya kontrolê piştî şoreşa gel dest pê kir hatiye avakirin û cara yekemîn ev teqîn pêk tê.