Li Şamê leşkerek kurd hate kuştin

Li Şamê leşkerek kurd hate kuştin

Li paytexta Suriye Şamê leşkerekî kurd ê bi navê Nêçîrvan Hedat di encama pevçûnek di navbera Artêşa Azad û artêşa rejîmê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pevçûn li herêma Hufêra ya Şamê qewimî. Di encama pevçûnê de leşkerê kurd Nêçîrvan Hedat û 7 leşkerên Suriyeyê hatin kuştin. Hate hînbûn ku Hedat ji gundê Kefersefrê yê girêdayî bajarokê Cindirêsê yê bajarê Efrînê ye.

Cenazeyê Hedat li gundê wî hate definkirin. Dayika Hedat Zeynef Sîdo, got ku di dema pevçûnê de kurê wê li wê geriyaye û gotiye, "Vaye ez dibînim hevalên min li ber çavên min tên kuştin. Ez dixwazim bêm malê, lê nahêlin." Sîdo bang li hemû malbatên kurd kir û xwest ku zarokên xwe neşînin leşkeriyê.