Li paytexta Sûriye Şamê, li dijî avahiya Ewlekariya Neteweyî êrîşeke xwekujî pêk hat.
Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand ku “êrîşa xwekujî ya terorîstî” ya li dijî avahiya Ewlekariya Neteweyî pêk hat. Der barê encama êrîşê de tu agahî neda.
Ev avahiya Ewlekariyê ya xwedî ewlekariyek xurt e li taxa Rawda ya paytext Şamê ye. Hîşam Îxtiyar serokê ewlekariya neteweyî ye. Di encama êrîşê de nehat zanîn Îxtiyar di avahiyê de bû an an.
Hema piştî êrîşê hat ragihandin ku di êrîşê de Îxtiyar kirine hedef. AFP’ê îdîa kir ku Hîşam Îxtîyarê 71 salî li hemberî xwepêşandanên ji adara 2011 ve dest pê kirine, rola kilîd dileyîze.
Di êrîşa 20’ê gulanê de jî Îxtiyar kiribûn hedef, lê rizgar bibû.