Li paytexta Sûriye Şamê li nêzî Serokê Şandeya Çavdêrên NY’yê Robert Mood teqînek pêk hat.
Li semta Dûma ya Şamê, di dema serdana Mood de teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de kuştî an jî birîndar çênebûn.
Mood ji rojnamevanên ku pêre ne re got ku ew tenê 150 metre ji teqînê dûr bû.
Li Sûriyeyê, di çarçoveya pêkanîna plana aşitiyê ya Nunerê Taybet ê NY û Komkara Ereban de 200 çavdêrên NY’ê hene.