Li paytexta Şamê ya Sûriyeye li Qatana teqîn pêk hat û 7 jê zarok 16 kes mir û herî kêm 23 kes jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA destnîşan kir ku li banliyoma Katana wesayîteke bombebarkirinê teqiyaye û teqîn li nêzî dibistaneke taxa Ras el Nebî pêk hatiye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku 7 jê zarok 16 kes mirine, gelek jê jin û zarok bi 23 kes birîndar bûne.
Mala Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê Londonê ye, îdia kir ku teqîn li nêzî lojmarên ku rayedarên artêşa Sûriyeyê lê dimînin pêk hatiye.
Di dîmenên ku televîzyona dewletê ya Sûriyeyê weşand de tê dîtin ku gelek avahî û wesayîtan xesarên mezin dîtine.
Kata cihên ku herî zêde pevçûnên di navbera hêjên rejîma Beşar Esad û muxalîfan de derbas dibe tê zanîn.
Duh li Şamê li hemberî wezareta karê hundir 3 êrîşên bombeyî pêk hatin û di encamê de 5 kes miribûn.