Li Şamê teqîn: 5 mirî

Li Şamê teqîn: 5 mirî

Hate ragihandin ku, li paytexta Sûrî Şamê di teqîna rû dayî de 5 leşker mirin û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî televîzyona dewleta Sûriyeyê, teqîn di derketina nimêja Înê ya Qada Şemdîn ya li taxa Runeddîna Şamê rû da. Hate ragihandin ku, di teqîna ku ji ber teqemeniya li ser motosîkletê hatî bicih kirin 5 polîs mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Di derbarê birîndaran de ka ew birîndar sivîlin yan polîsin agahî nehate girtin.

Li aliyê din jî muxalîfên Sûriyeyê ragihand ku, li tevayî welat artêşa rejima Sûriyeyê di operasyonên îro dayîn destpê kirin de herî kêm 55 kesan jiyana xwe ji dest da.

Duh li Taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, hejmara kesên di encama bombebarana balefirên şer yên rejîma Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 20’an. Hate diyarkirin ku hejmara birîndar jî 54’e û ji van 24 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatine derxistin, 30 kes jî hîn tên dermankirin. Hate ragihandin ku rewşa 3 kesan giran û xeteriya wan ya jiyanî heye.

Her wiha li dijî vê komkujiyê Meclîsa gel ragihand ku, ev êrîş bê bersiv namîne. YPG’ê jî hêzên rejîmê yên li derdora Kobaniyê derxist û got; "xwîna welatiyên di komkujiyê de hatine qetilkrin li erdê nehêlin û dê çalekiyên bersivdayînê lidar bixin."