Li Şamê teqînek mezin

Li Şamê teqînek mezin

Li paytexta Sûriyeyê Şamê li herêmekî nêzî otelekî ya çavdêrên Neteweyên Yekbûyî (NY) û baregeha leşkerî teqînekî mezin rû da.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku, teqîn ji ber bombeyekî avêtî nêzî tankera petrolê rû daye. Televîzyona ku dîmenên bûyerê weşandî, ragihand ku di teqînê de 3 kes birîndar bûne.

Şahidên bûyerê gotin, piştî teqîna ku li navenda bajar rû dayî dûmanek mezin bilind bû.

Otela Dama Rose ya ku çavdêrên NY lê diman ji aliyê polîs û leşkeran ve hate dûrpêç kirin, li herêmê ewlekariyên mezin hatin girtin.

Teqîn beriya civîna welatên Ereb ya li Erebîstana Suidî ji bo hevdîtina krîza Sûrî rû da. Rêxistina Komkara Îslamê li rexmî berteka Îranê, çav li rê ye ku endamtiya Sûriyeyê bicemidînin.