Li Şamê teqînek mezin

Li Şamê teqînek mezin

Li paytexta Sûriye Şamê, li ber Koçika Dadê teqînek mezin pêk hat. Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê, nehat zanîn bê mirî an jî birîndar hene an na.

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê ragihand ku li ber avahiya Koçika Dadê ya li paytext Şamê teqînek mezin pêk hat. Di nûçeyê de hat gotin ku sedema teqîna dijwar bombeya ji aliyê “terorîstan” ve hatiye teqandin e.

Der barê kuştî an jî birîndarên di encama teqînê de tu agahî nehatine dayîn, lê gelek ambulans şandin cihê bûyerê.

Di meha borî de jî li Şamê teqînên dijwar pêk hatibûn û herî kêm 55 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.