Li Şilîyê ji ber destpêkirina şewata çiyayê agirîn Capahueyê, li deverên sînor elarim hate dayin.
Piştî ku çiyayê vokanîk ê li ser sînorê Şilî-Arjantînê dest bi hilavêtina xwelî û gazê kir, her du welatan dest bi valakirina herêmê kirin. Li ser çiyayê Copahueyê bi qasî 800 metreyan dûman û xweliya volkanê bilind dibe, her çendî teqîna çiya biçûk e jî, lê gelê herêmê dest herêmê berda.
Li gel destpêkirina şewatê, rayedarên Şiliyê bang li gundên ku hîna dest ji gundên xwe bernedane ku di demek zû de xwe amade bikin.
Li herêma turîstîk a Arjantînê Barilocheyê jî gelek firînên balafiran hatin betalkirin.
Ev çiyayê ku bi qasî 3 hezar metre ye bi qasî 1600 km dikeve başûrê rojhilatê paytexta Arjantîn Buenos Airesê. Ev çiyayê agirîn Copahue herî dawî di sala 1992’yê de teqiyabû.