Ligel deşîfrekirina hucreya Nazî hê jî Rêxistina Parastina Makeqanûnê ya Saziya îstîxbaratê ya hundir a Almanyayê ku ‘terora îslamê’ û çepgiran xeteriyek mezin dibîne û kurdan dike hedef. Rêxistin, çi diparêze ne diyar e.
Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke ji ber ku tevlî xwepêşendanên kurdan bibû, vê saziyê wê ji nêz ve şopand. Jelpke ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Rêxistina Parastina Makeqanûnê ku li şûna Naziyan belaya xwe li Kurdan û çepgiran dixe.Saziyeke li dijî demokrasiyê ye. Divê demildest bê rakirin.”
“Em di yekineyên xwe de kalifiyeya bilind û personelên baş didin xebitandin. Baweriya min heye ku dê ekîbên me vê çareser bikin.” Ev gotin yên Serokê Rêxistina Parastina Makeqanûnê ku xwest teqawît bibe, Heînz Fromm in. Roja çarşemê cara dawî bi Wezîrê Karê Hundir Hans- Peter Frîedrîch re hate cem hev û gotinên wî yên sosret ne ev tenê bûn.
Fromm ligel ku 10 cînayetên kiryar ne diyar nehatine çareserkirin, wiha got: “Van rojan ligel ku di nava me de rastgir hene jî hêj xeter ‘ terora îslamî ye’. Hate hînbûn ku piştî cînayetên ji aliyê Naziyan ve derket holê hefteyek şunde xebatkarên Fromm der barê bûyerê belge tune kir û dest ji peywirê berda. Mînaka ku ji bo terora îslamê daye jî ev e; “Di adara 2011’an de li balafirgeha Frankfurtê ciwanekî Kosovayê ji aliyê du leşkerên DYA’ê hatiye kuştin.”
Ev yek jî nîşan dide ku hin xebatkarên Rêxistina Parastina Makeqanûnê piştgiriyê didin Rêxistina Binerdê ya Sosyalîst Nasyonal a Hucreya Nazî ku di navbera 2000-2006’an de 9 penaber û di 2007’an de polîsek kuştibûn. Ev yek jî mixabin nayê aşkerekirin.
ÎSTÎXBARAT 12 SALAN DERBAS KIRIN!
Almanan di 8’ê mijdara 2011’an de NSU nas kirin. Jina bi navê Beate Zschaepe ya 36 salî di 8’ê adarê de li bajarê Jena teslîmê polîs bû. Cesedê du hevalên wê Zschaepe, Uwe Bohnhardt û Uwe Mundlos jî li eyaleta Thurîngen bajarê Eisenach şewitandî hate dîtin.
Her sê herî dawî di 4’ê mijdarê de saet di 09.30’an de ji Bankaya Sparkasse ya Eîsenach70 hezar Euro şêlandibû. Hema rojê bi kravanê re li mala Zwîckau ya ku diman hatin kuştin. Hate hînbûn ku Beate Zschaepe ji bo delîlên suc tune bike xanî û karavan dabû ber agir. Di xaniyê ku hate şewitandin de jî nasnameyên ku Rêixstina Parastinê ya Makeqanûnê dabû derket holê.
Bûyerên bi koda ‘Hucreya Zwîckau’ dihat bibîranîn bi gelek aliyên li Almanyayê wekî ‘Qezaya Susurlikê’ (ya li Tirkiyeyê) bû. Di lêgerîna kavilan de çekên ku pê 9 penaberên di navbera 2000-2006’an de hatibû kuştin û di 2007’an de polîsan jin hatibû kuştin hatin dîtin. Van sê kesan li gel van cînayetan 12 salan 14 banka şêlandibû û ji rêxistiên ku endamê wan bûn 1,5 mîlyon euro pere girtibû.
Lê bi salan navê NSU di qeydên saloxgêriyê de tune bû. Sala borî Serokê Rêxistinê Fromm û Wezîr Frîedrîc digotin: “Xeteriya şîdeta rastgiriyê tune.” Li Almanyayê ku cezayê herî zivik yê trafîkê jî nayê jibîrkirin, dabûn 3 kujeran.
LI DIJÎ XETERIYA KOMUNÎST HATE AVAKIRIN
Avabûna vê rêxistinê ji 1900’an dest pê dike. Komîseriya Parastinê ya Pergala Gelemperiyê di sala 1920’an de ji bo rastgir û çepgiran bişopîne hate avakirin. Bi desthilatdariya Naziyan re navê Gestopa girt. Bi dîsîplîna berê re vê carê divê welat ji komînîstan bihata parastin. Jixwe karê Rêixstina Parastina Makeqanûnê jî ew ku endamên Partiya Komunîst a Almanyayê bişopîne.
Ev saziya ku berhemê şer e, di 11’ê îlona 2001’ê de misilman û penaber kir hedef. Çavê wan yên rast jî her tim girtibû.
1,5 MÎLYON KES KIR HEDEF
Bi Pergala Giştî ya Agahiyên Saloxgêriyê ku navê NADIS lê kirin, di serê îsal de agahiyên mîlyonek û 507 hezar û 186 kesan girtine. Ji vana kesên bi xeter dîtine kirine hedef. Balkêş ku dê ev hejmar sal bi sal zêde bibe. Di sala 2008’an de mîlyonek û 172 hezar û 797 kes bû û di 2011’an ev hejmar daket mîlyonek û 482 kesî. Mînak pêşangehên li dijî atomê hinceta hedefgirtinê bû.
Li gorî hejmara rapora 2011’an rastgirinê hejmara wan 23.400’an ji vana 98000 kes ji bo şîdetê pêk bîne amade ye. Di 2011’an de 14 kes ji ber ku kes kuştin û birîndar kirin hatin girtin. Agahiyên der barê çepgir û îslama radîkal de jî gelek balkêş e.
Hejmara îslama radîkal wekî 38 hezar hatiye dayîn. Lê 31 hezar endamên Nêrîna Netewî ne. Ji 31 hezarî 25 hezar endamên partiya çepgir in. Nêzî 7 hezar jî otonum û alîgirên şîdetê tên nîşandan. Çepgir jî bi ‘dij- kapîtalîst’, ji bo tevlî xwepêşendanên kurd bûne, xwestine qedexeya PKK’ê rabe tên sûcdarkirin.
Hejmara ‘kurdên radîkal’yên k udi beşa ‘endamên rêxistina biyanî ya radîkal ku ne xwedî motîfa îslamîne’ ji 11.500’î gihiştiye 13 hezarî. PKK ligel ku dixwaza pirsgirêka kurd çareser bibe, ji bo muxatab bê girtin têdikoşe û tevli bûyerên şîdetê yên Ewropayê nabe jî hêj di nav lîsteya ‘rêxistinên xeter” de cih digire. Rewşeke din jî der barê Rêxistina Birayên Misilman a Misirê de ye. Vê rêxistinê hilbijartin qezenc kir û ligel ku serokomar hilbijart jî hê “xeter” tê dîtin.
Her wiha di raporê de tê tespîtkirin ku Bozkurt (nijadperestên Tirk) di serî de kurdan, ermeniyan, cihû û kêmaran wekî dijmin dibîne.
EV SAZÎ LI DIJ DEMOKRASIYÊ YE
Rêxistina Parasinê ya Makeqanûnê Parlamentera Partiya Çepgir Ulla Jelpke jî dişopîne. Ji ber ku Jelpke lîdera tevgera çegir a dij- kapîtalîzm û di baskê ‘çepgirên radîkal de’ bûye û li hemberî şerê li Kurdistanê tên meşandin bi hestiyar tevdigere bûye hedef.
Li gorî Jelpke ev sazî li dijî demokrasiyê ye û xeter e. Jelpke da zanîn ku vê saziyê saziyên çepgir, kurd û aliyê îslamî kiriye hedef. Jelpke da zanîn ku ev rêxistina ku demokrastiyê kontrol nake rabe dê makeqanûn baştir bê parastin. Jelpke wiha got: “Ez ligel ku hedef hatime nîşandan jî, dê piştiriyê bidim tevgera kurd. Vê saziyê 12 salan hucreyeke faşîst rehet berdaye. Ev sazî kurdan sûcdar dibîne. “
Rapora ku 27 parlamenterên çepgir yê ku rêxistina parastinê ya makeqanûnê amad ekiriye di rojên pêş de ye.