Li Tîbetê piştî çalakiyên xweşewitandinê, girtin dest pê kirin

Li Tîbetê piştî çalakiyên xweşewitandinê, girtin dest pê kirin

Hat ragihandin ku piştî oldarên Bûdîst li Tîbetê agir berdan bedena xwe, hikûmeta Çînê bi setanê Tîbetiyan girtin.

Li gorî agahiyên ji aliyê Radyoya Azad a Asyayê ve hatin belavkirin, roja yekşemê du oldarên Bûdîst ên ji Tîbetê agir berdan bedena xwe û rêveberiya Çînê protesto kirin. Yek ji wana jiyana xwe ji dest da, yên din jî di nexweşxaneyê de tê dermankirin û hat diyarkirin ku rewşa wî jî giran e.

Piştî xwepêşandanên vê bûyerê qewimîn, rêveberiya Çînê nêzî 600 kes girt binçavan.

Hat diyarkirin ku roja çarşemê jî jinek li bajaroka Abayê agir berda bedena xwe û li wir jiyana xwe ji dest da.

Di van salên dawiyê de ev yekem car e ku gundên Tîbetê bi girseyî li bemberî rêveberiya Çînê xwepêşadanan li dar dixin.

Çîn, berê kesên ku xwe dişewitandin weke “terorîst” bi nav dikir û rêberê Tîbetê Dalaylama yê li sirgunê tawanbar dike.

Li gorî agahiyên ji aliyê saziyên mafê mirovan ên Tîbetê ve hatine dayîn, ji sala 2011 ve 35 kesan agir berdane bedena xwe û ji vana 27 kes mirine.