Li Til Ebyedê pevçûn: 8 çete hatin kuştin

Li Til Ebyedê pevçûn: 8 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li Girê Spî (Til Ebyed) êrîşî gundan kirin, lê hêzên YPG’ê bersiv daye û 8 çete hatine kuştin, her wiha 2 wesayît hatine rûxandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro danê êvarê de komên çekdar ên DAIŞ’ê li gundê Bîr Kino, Çelbê û Melûh El-Qemer ên girêdayî Girê Spî (Til Ebyed) êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûn derketin. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 8 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin, erebeyek leşkerî ya bi navê BMB û wesayîtek doçka li ser hatin ruxandin. Hate gotin ku li ser bersivdayîna tund a hêzên YPG’ê komên êrîşkar neçar mane xwe paşve bikişînin.

Hate gotin ku komên DAIŞ’ê ji saetên sibê ve gundê Evdiko yê Girê Spî zs bi hawanan topbaran kiriye û bûye sedema ziyana madî.