Li Til Eranê ji heman malbatê 4 kesan jyana xwe ji dest dan
Li Til Eranê ji heman malbatê 4 kesan jyana xwe ji dest dan
Li Til Eranê ji heman malbatê 4 kesan jyana xwe ji dest dan
Hate hînbûn ku li bajarokê Til Eran a girêdayî Helebê di encama bombebarana hêzên rejîmê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe jidest dane, 4 kesên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyên nêzî malbatê ku li paytexta Lubnan Beyrûtê dijîn, diyar kirin ku roja 21'ê Cotmehê malbata Ehmed Baba dema ku dixwestin ji Til Eranê derkevin, wesayita wan rastî bombebarana hêzên rejîmê hatiye û di encamê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe jidest dane û 4 jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyan navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Ehmed Baba 40 salî, Xedîca Mamo 40 salî, Mihemed Bilal Baba 16 salî û Celîla Zekeriya 14 salî.