Li Til Hasil 4 kesan jiyana xwe jidest da
Li Til Hasil 4 kesan jiyana xwe jidest da
Li Til Hasil 4 kesan jiyana xwe jidest da
Navenda Çapeminiya Eniya Cebhet El-Ekrad diyar kir ku hejmara kesên di encama topbarana bajarê Til Hasil a Helebê de jiyana xwe ji dest dane derkete 4’an.
Derbarê topbarana hêzên Rêjîma Sûriyê ku îro saet di 09.00’an de li dijî bajaroka Til Hasil a Helebê pêk hatibû Navenda Çapemeniyê ya Eniya Cebhet El-Ekrad daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara kesên di encama topbaranê de jiyana xwe ji dest dane derkete 4’an. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku piştî topbarana rêjîma Baas a li dijî Til Hasil û Til Eran şêniyên herdu bajaran koçber bûne. Her wiha gelek kes niha jî di nava zeviyan de ne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîma Baas bê ser û ber û bi awayekî belav herêma rojavayî Qewsê Til Eran û Til Hasil topbaran kiriye û di encamê de li Til Hasilê zarokek, jinek û 2 kesên din jiyana xwe jidest dan.