Li Til Hemîs 120 ciwanên ereb tevlî YPG'ê bûn
Li Til Hemîs 120 ciwanên ereb tevlî YPG'ê bûn
Li Til Hemîs 120 ciwanên ereb tevlî YPG'ê bûn
120 civanên ereb ên ji bajarokê Til Hemîs a li başûr-rojhilatê Qamişlo tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûne. Li ser vê yekê fermandariya YPG'ê tabûra Şehîd Kemal Yûsif El-Ebdela bi merasîmekê ragîhand.
Şêniyên bajaroka Til Hemîs ku piranî ereb lê dijî û piştî komên çete bi dehan malên wan wêran kirin û sere gelek xizmên wan jêkirin û qetilkirin, bang li fermandariya YPG'ê kirin ku ciwanên bajar û gundên derdorê tevlî nava YPG/YPJ'ê bûn. Li gorî rêziknameya YPG'ê ku dibêje hemû pêkhateyên herêmê dikarin tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bibin, fermandariya YPG'ê ji ciwanên ku rojên berê li dijî komên çete şerkiribûn qebûl kirin. Her wiha fermandariya YPG'ê tabûra bi navê Kemal Yûsif El-Ebdela bi merasîmekê ragîhandin.
Merasîm bi beşdarbûna fermandarên YPG/YPJ'ê û rûspiyên eşîrên herêmê bi rêzgirtinê destpê kir.Piştre li ser navê YPG'ê Hesen Cûdî axivî û got ku tevlîbûna şêniyên Til Hemîs a nava YPG/YPJ'ê gaveke dîrokiye, li ser esasê birtatiya gelan û jiyana hevbeş pêk hatiye. Cûdî, got ku gelên herêmê bi hezara salan li benda gavên bi vî rengî ku li ser xeta biratiya gelan pêk hatiye. Cûdî, bang li hemû ciwanên herêmê kir ku cihê xwe di nava YPG/YPJ'ê de bigrin.
Di merasîmê de Dr. Herîr El-Ebdela ku yek ji rûspiyên herêma Til Hemîs e axivî û bal kişand ser êrîşên komên çete yên li dijî herêmê. El-Ebdela got ku komên çete herdem di nava hewldanan de bûn ku pêkhateyên herêmê berdin hev. El-Ebdela piştre daxuyaniya hevkariya di nava kurd û ereban de xwend. El-Ebdela bal kişand ser biratiya di navbera kurd û ereban de û got ku daxuyaniya ku ew dixîne li ser navê hemû rûspiyên herêmê hatiye û wida dest pê kir:" Bi navê biratiya ereb û kurdan, Birayê me Şêxê Eşîriya Benî El-Seba Ehmed El-Zahir, Şêxê Eşîreya El-Bûxalib Yûsif El-Ebdela, Mezinê Şermûx El-Ceryan Rifaî El-Casim û bira û pismamên wî, Hayis El-Ceryan û hemû pêkahteyên kurd, ereb û xiristyaniyan em hevkarî û biratiya xwe radîghînin."
El-Ebdela, tekez kir ku dê biratiya di nava pêkhateyan de dewam bike û wê li dijî hemû cûreyên êrîşan bin û got: "Kesên ji vê hevkariyê derkeve xayîne." El-Ebdela, berxwedana YPG/YPJ'ê pesinand û wiha dewam kir:" Xwedê rehma xwe li şehîdên Sûriyê bike, xwdê rehma xwe li şehîdên birayên me yên kurd bike. Birayên me yên kurd îsbat kirin ku ew parastina erd û namûsê dikin. Em ser bilindin ku ciwanên me tevlî hemû şerên parastinê bibin. Her wiha em ser bilindin ku keçên me ji keçên kurdan ên qehreman fêrî berxwedanê bibin."
El-Ebdela, di berdewama axaftina xwe de got ku kurdan heta niha cûdahî ne kirine nava kurd , ereb û xiristyaniyan de û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Me rastî ji birayên xwe yên kurd dît, kurd di hemû mijaran de xizmeta hemû pêkhateyan dikirin û tu cûdahiyê naxin navber ê."
El-Ebdela, destnîşan kir ku wan ji dilê xwe hevkarî kirine û wiha dom kir:" Ev hevkarî ji dilê me û hemû gelê me yên ji ber komên çete koçber bûne û dest ji malên xwe berdan derketiye. Hemû gelê me nikarîbûn beşdarî merasîmê bibin, lê ez niha bi ziman ê tevan diaxivim. Gelê me hevkariyê pîroz dike. Me li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya bi salan ku di nava pêkhateyên herêmê de hevkarî saz kiriye. Teqîn û êrîşên komên çete tu cudahiyê naxin nava pêkhateyên herêmê de."
El-Ebdela di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyan kir ku bi yek destî li dijî hemû cûreyên êrîşan derkevin û got:"Navê YPG'ê ne ji valatiyê hatiye, hêzên YPG'ê hêza parastina hemû pêkhateyane. Bûyerên dawî û bersivdayîna êrîşan biratiya dîrokî ya di nava pêkhateyan de îsbat kiriye."
Di merasîmê de her wiha berpirsyarê ewlekarî yê tabûra Şehîd Kemal Yûsif El-Ebdela Selman Hemîd El-Mihemed axivî û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku tevlî nava refên YPG'ê bibin. El-Mihemed, destnîşan kir ku hêzên YPG'ê bi armanca parastina herêmê kedek mezin dane û bersiva êrîşên komên çete dane.
Di merasîmê de li ser navê jinên gund ên ji pêkahateyên ereb û tevlî YPJ'ê bûne axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate gotin ku ew li ser baweriya azadiya jina tevlî refên YPJ'ê bûne. Di axaftinê de hate diyarkirin ku jinên Til Hemîs bi armanca parastina ewlekariya herêmê tevlî nava YPJ'ê bûne wiha dawî li axaftinê hat:" Em wekî jinên ereb li herêma Til Hemîs bi armanca parastina jinan û rizgarkirina wan ji desthiladariya mêr, tevlî YPJ'ê bûne. Di dawiya axaftinê de hate gotin:" Armanca me ew e em edalet û wekhevî di nava hemû pêkhateyên herêmê de belavbin."
Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YPJ'ê axaftinek hate kirin û jinên ereb ên Til Hemîs ku dê li kêleka jinên kurd têbikoşin pîroz kirin û bang li hemû jinan kirin ku tevlî nava refên YPJ'ê bibin.
Fermandarê Tabûra Şehîd Kemal Yûsif El-Ebdela , ku bavnê Şehîd Kemale Yûsif El-Ebdela ye axivî û destnîşan kir ku tabûra wan navê xwe ji navê kurê wî yê ku bi destê komên çete yên êrşî gundê wan kiribûn hatibû qetilkirin hatiye kirin. El-Ebdela, diyar kir ku komên çete 400 malbat ji herêmê koçber kirine û wiha dom kir:" Hêzên YPG'ê parastina hemû pêkhateyên herêmê dikin û malbatên me yên ji herêmê koçber bibûn parastine, pêwîste hemû gelê me bi rêzgirtin nêzî YPG'ê bibin." El-Ebde, gotina Rêberê gelê Kurd Abdulah Oclan a ku dibêje 'ji bo parastinê pêwîstî bi hevgirtinê heye' û bi tavlîbûan tabûra xwe ya di nava YPG'ê dawî li axaftina xwe anî.
Piştî axaftinan şervanên YPG/YPJ'ê yên kevin bi hevre dan û stendin da ku hev nasbikin û li perspektîfên rêveberiya Giştî ya YPG'ê hate guhdar kirin.Her wiha êdî dewreya perwerdeya fikrî û leşkerî dê ji şervan re bê destpêkirin.
Bajaroka Til Hemîs di 21'ê sbata 2012'an de rastî êrîşên komên çete hat û bi dehan malên bajêr ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin û gelek kes di bajarê de hatin qetilkirin. Her wiha bajar rastî topbarana hêzên rêjîmê jî hatibû.