Li Til Hemîs şerê dijwar
Li Til Hemîs şerê dijwar
Li Til Hemîs şerê dijwar
Li bakurê herêma Til Hemîs ji duh êvarê ve şer û pevçûnên dijwar rû didin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, duh êvarê li bakurê herêma Til Hemîs hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) operasyonek li diji çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin.
Di operasyonê de şer û pevçûnên giran rû didin û operasyon hînê dewam dike.
Hat gotin ku li herêma Serêkaniyê jî di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şevê din pevçûn rû daye. Lê der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal ne hatine bi dest xistin. Tê payîn ku di saetên pêş de Navenda Çapemeniyê YPG’ê der barê şer û pevçûnan de agahiyên berfireh bide.