Li Til Hemîsê 3 gundên din hatin rizgarkirin
Li Til Hemîsê 3 gundên din hatin rizgarkirin
Li Til Hemîsê 3 gundên din hatin rizgarkirin
Di çarçoveya pêngava hêzên YPG'ê ya bi navê 'Operasyona Şoreşgerî' de, 3 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.
Di roja sêyemîn a 'Operasyona Şoreşgerî' ya hêzên YPG'ê de, ku di 13'ê Îlonê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat destpêkirin, pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama vî şerî de gundên Til Xezan û Vahabiye yên ser bi Til Hemîsê îro ber destê sibê ji çeteyan hatin rizgarkirin û hatin ewlekirin.
Piştî ku gundên Til Xezan û Vahabiye yên Til Hemîsê ji çeteyan hatin paqijkirin, li gundê Şermûx Ceryanê ku yek ji cihê stratejîk ê Til Hemîsê ye, şerekî dijwar qewimî. Di encama şer û pevçûnan de gund ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û qada herî stratejîk a herêma Til Hemîsê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hat ewlekirin.
Hat ragihandin ku li her sê gundên bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin, hejmareke zêde mirî û birîndarên çeteyan hene.
Der heqê hejmara mirî û birîndarên çeteyan de hînê agahiyeke zelal nehat bidestxistin. Hêzên YPG'ê her wiha dest danîn ser gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî yên çeteyan.
Çavkaniyên YPG'ê dan xuyakirin ku Operasyona Şoreşgerî ya ji bo paqijkirina 17 gundan ji çeteyan gihaştiye armanca xwe û bi dawî bûye.
Tê payîn ku Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di saetên pêş de der barê encamên operasyonê de daxuyaniyeke berfireh bide.