Li Til Koçer 2 gund hatin rizgarkirin

Li Til Koçer 2 gund hatin rizgarkirin

 Hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” de ev hefteyeke li herêma Girkê Legê û Til Koçer li dijî komên çete çalakiyan lidar dixe, 2 gundên girêdayî Til Koçer rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku bidest ketine, hêzên YPG’ê di saetên êvarê de li dijî komên çekdar ên li gundên Seharîc û Sidêriyê ku 3 kîlometre dikevin bakûrê Til Koçer, çalaki lidar xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de herdu gund ji komên çete hatin rizgarkirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku 2 wesayîtên doçka yên 14.5 jî hatin desteserkirin.