Li Til Koçer heta serê sibê pevçûn hebûn
Li Til Koçer heta serê sibê pevçûn hebûn
Li Til Koçer heta serê sibê pevçûn hebûn
Li herêma Til Koçer, piştî ku hêzên YPG’ê duh êvarê çalakî lidar xistin û 2 gund ji komên çete rizgar kirin, pevçûnan heta serê sibehê cih bi cih dom kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidexistin, piştî ku hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn” duh êvarê gundên Seharîc û Seêdiyê yên 3 kîlometre dikevin bakurê Til Koçer ji komên çekdar rizgar kirin, pevçûnên demî dom kirin. Hate ragihandin ku pevçûnên li dora her du gundan heta serê sibehê dom kirine û di encamê de wesayîtek komên çete hatiye desteserkirin.
Di çalakiya duh de jî 2 wesayîtên doçka yên 14.5 hatin desteserkirin.