Li Til Koçer pevçûn didomin
Li Til Koçer pevçûn didomin
Li Til Koçer pevçûn didomin
Şer û pevçûnên li derdora bajarokê Til Koçer ên di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de şevê din heta sibehê bi dijwarî domkirin. Hate hînbûn ku ji sibehê ve pevçûnên dem cih bi cih didomin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şevê din saet di 01.00'an de li derdora bajarokê Til Koçer di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar heta saet 05.00'ê sibehê dewam kirin.