Li Til Koçerê operasyon, li Efrînê emîrekî çeteyan hat kuştin

Li Til Koçerê operasyon, li Efrînê emîrekî çeteyan hat kuştin

Operasyona ku hêzên YPG’ê şevê din li dijî komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li herêma Til Koçer bi navê “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Til Elo” dabû destpêkirin, li herêmek berfireh didome. Heta niha 2 gund û 10 noqteyên çeteyan hatin bidestxistin û 10 wesayîtên ku 5 ji wan doçka li ser in hatin desteserkirin. Li herêma Efrînê jî di encama pevçûnan de emîrekî çeteyan hat kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, operasyon şevêdin saet di 23.45’’an de li derdora bajaroka Til Koçer a li ser sînorê Iraqê hate destpêkirin. Çavkaniyan diyar kirin ku di operasyonê de heta niha gundên Sîha û Mezrea yên Til Koçer hatine rizgarkirin, 10 nuqteyên komên çete hatine bidestxistin û 10 wesayîtên ku 5 ji wan doçka li ser in jî hatine desteserkirin. 

Çavkaniyên YPG’ê ragihandin ku gelek endamên komên çete hatine kuştin, cenazeyên hinekan ji wan di destê YPG’ê de ne û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.

Li gorî ahahiyan endamên komên çete windahiyên mezin didin û ber bi bajaroka Til Koçer ve direvin.

Hate ragihandin ku operasyon ji herêma gundê Girhok ê girêdayî bajaroka Çilaxa ya Girkê Legê heta bajaroka Til Koçer berfireh bûye û bi hemû dijwariya xwe didome.

LI EFRÎNÊ EMÎREKÎ ÇETEYAN HAT KUŞTIN

Li herêma Efrînê di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) de pevçûnên dijwar derketin.

Hate hînbûn ku di pevçûnan de Emîrê DAIŞ'ê yê bi navê Ebû Usama El-Urdinî hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin çeteyên DAIŞ'ê li derdora gundê Meerîn, rêya Ezaza-Meerîn û rêya Yazîbaxê hawldane ku êrîşî nuqteyên YPG'ê yên li gundê Qestel Cindo bikin.

Êrîşên DAIŞ’ê rastî bersivdayîna hêzên YPG'ê hatin û di encamê de li her sê nuqteyan pevçûnên dijwar rûdan.

Hate hînbûn ku di pevçûnan de emîrê DAIŞ'ê yê bi navê Ebû Usama El-Urdinî di nav de gelek kuştî û birîndarên DAIŞ'ê çêbûne.

Her wiha wesayîtek doçka li ser hate ruxandin.

Li aliyê din jî hate gotin ku yekîneyên tangan ên YPG’ê benzînxaneyek ku çeteyan ji xwe re kiribûn baregeh hedef girtine.

Lê derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
Pevçûnên li herêmê hîn didomin.