Li Til Temir kampanya tevlîbûna nava YPG’ê hate destpê kirin
Li Til Temir kampanya tevlîbûna nava YPG’ê hate destpê kirin
Li Til Temir kampanya tevlîbûna nava YPG’ê hate destpê kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Til Temirê daxuyaniyek nivîskî dan û kampaniya tevlîbûna nava refên YPG'ê dan dest pêkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Til Temirê li pêşiya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê a bajêr çalakiyek lidar xist û daxuyaniyekî nivîskî dan. Di daxuyaniyê de Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku, wan kampaniya tevlîbûna nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dane destpêkirin. Di daxuyaniya Ciwanên Şoreşger de hate destnîşankirin ku, Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên qirkirin û tunekirinê tê, di rewşekî wiha de ji hemû beşên civakê tê xwestin ku, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê erkên xwe yên dîrokî bicîh bînin.
Daxuyanî wiha dewam dike; “Em wek Ciwanên Şoreşger êrîşên komên çeteyan li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û soz didin ku li hember kiryarên van koman bêdeng namînin.”
Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya “Me bi ciwanan destpêkir, em dê bi ciwanan biserkevin” bibîr xist û diyar kirin ku, ew ji îro pê de dest bi kampaniya tevlîbûna nava refên YPG'ê dikin. Ciwanan bang li hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Xiristiyanan kir ku, tevlî nava refên YPG'ê bibin.
Ciwanan piştî xwendina daxuyaniyê ji Navenda Perwerdeya Jinê heta Navenda Ciwanên Şoreşger meşek lidar xist. Di meşê de alên Kurdî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan û siloganên piştgiriya bi YPG'ê re qîr kirin.