Li Til Xelaf 13 çete hatin kuştin û tangek hate ruxandin
Li Til Xelaf 13 çete hatin kuştin û tangek hate ruxandin
Li Til Xelaf 13 çete hatin kuştin û tangek hate ruxandin
Di pevçûnên li herêma Çilaxa û Serêkaniyê de ku di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) rûdane, bi dehan çete hatine kuştin, tangek û erebeyek hatine ruxandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di pevçûnên îro de li gundê Til Elo, Til Elo Xemir di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê rûdane de bi dehan endamên DAIŞ’ê hatin kuştin, her wiha tangek û erebeyek komên çete hatin ruxandin. Pevçûn bi dijwarî dewam dikin.
Li Serêkaniyê jî çavkaniyên nêzî YPG’ê diyar kirin ku di pevçûnên şevê din li nêzî Til Xelaf û gundê Keşto rûdabûn 13 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku pevçûn heta saetên sibê dewam kir.