Li Til Xelef û Kişto pevçûn
Li Til Xelef û Kişto pevçûn
Li Til Xelef û Kişto pevçûn
Duh bi şev li derdora gundê Kişto û bajarokê Til Xelefê, di navbera şervanên YPG'ê û komên çekdar de pevçûn rû dan.
Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/EniyaEl- Nusra duh bi şev, ji bajaroka Til Xelef ê ser bi Serêkaniyê êrîşî gundê Kişto kirin. Li ser vê yeke şervanên YPG’ê bersiv dan û di encamê de pevçûn rû dan.
Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku pevçûnan saet di 22.00’an de destpê kiriye û heta saet 04.00'an dewam kiriye. Der barê kuştî û birîndarên komê êrîşkar de tu agahî nehatine bidestxistin.