Li Tiltemir navbera YPG û Artêşa Azad de pevçûn
Li Tiltemir navbera YPG û Artêşa Azad de pevçûn
Li Tiltemir navbera YPG û Artêşa Azad de pevçûn
Li Tiltemir komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê êrîşî çewlika çêlekan ya 2 kîlometran li ser riya Serêkaniyê kirin û xwestin careke din çewlikê bixin bin kontrola xwe. Komên ku êrîş kirin beranberî berxwedana YPG'ê hatin û di encamê de pevçûn rû dan.
Îro di saet derdora 12.00 an li gor dema herêmê çekdarên Artêşa Azad êrîşî çewlika çêlekan ku di bin parastina yekîneyên Parastina Gel(YPG) kirin û di encamê de pevçûn di navbera çekdarên Artêşa Azad û YPG'ê de rû dan. Pevçûn hîn didomin.
Çewlika çêlekan piştî ku komên çekdar jê hatin derxistin ji aliyê lijneya ji 24 kesê ku pêkhatiyên Tiltemer hate rêvebirin û li ser daxwaza meclisa hevbeş ya Tiltemir ji aliyê YPG'ê ve dihat parastin.