Li Tiltemirê pevçûnên dijwar: 10 çekdar hatin kuştin 15 birîndar
Li Tiltemirê pevçûnên dijwar: 10 çekdar hatin kuştin 15 birîndar
Li Tiltemirê pevçûnên dijwar: 10 çekdar hatin kuştin 15 birîndar
Li Tiltemir di saet derdora 12.00’an tûgayên bi navê Elah û Ekber û Sqûr Elîslam yên Artêşa Azad êrîşî çewlika çêlekan ya 2 kîlometran li ser riya Serêkaniyê kirin û xwestin careke din çewlikê bixin bin kontrola xwe. Di encama pevçûna di navbera wan û YPG’ê de herî kêm 10 çekdar hatin kuştin û 15 birîndar bûn.
Êrîşkaran li hemberî bersivdayina şervanên YPG'ê hatin û di encamê de pevçûn ku rû dan 10 çekdarên komên çekdar hatin kuştin û 15 din birîndar bûn. Her wiha komên çekdar neçar man bi paş ve vebikişin û li gundê Ûm Elkêf yê ku yê 7 kîlometirî li ser riya Serêkaniyê kom bûne. Her wiha hêzên YPG'ê 3'ê wesayitên leşkerî û doşkak destser kirn.
ewlika çêleka piştî ku komên çekdar jê hatin derxistin ji aliyê lijneya ji 24 kesê ji ku pêkhatiyên Tiltemer hate rêvebirin û li ser daxwaza meclisa hevbeş ya Tiltemir ji aliyê YPG'ê ve dihat parastin.