Li Tirbesipiyê di navbera YPG'ê û koma çekdar de pevçûn

Li Tirbesipiyê di navbera YPG'ê û koma çekdar de pevçûn

Li Tirbesipiyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Koma Çekdar a bi navê Koma 20'an de, duh di demjimêrên şevê de pevçûnê rû da.

Duh di demjimêr 21.30'an de Komeka çekdar a bi navê Koma 20'an êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a li Kolana Oçaxa Tenduristiyê ya Taxa Tewr kirin. Nîv demjimêrên pevçûnê di navbera YPG’ê û Komên Çekdar de dom kir. Di pevçûnê de tu ziyan ne gihişt şevanên YPG'ê

Her wiha duh Hêza Asayişê ya Tirbesipiyê 3 ciwan ku bi armanca pişgirtiya komên çekdar dikin, di bazara bajêr de karên kirêt dikirin û welatî ditirsandin, girtin bin çavan.

Li aliyekê din jî 2 welatiyên di encama gule barana Koma Çekdar de birîndar bibûn, duh jiyana xwe ji dest dan. Ji 2 welatiyên ku jiyana xwe ji dast dane tenê navê Mamosteyê Dibistana Xewla Bint Elzwer Îbrahîm Hisên hate nasîn.

Koma ku navê koma 20'an li xwe kiriye, ji alîgirên Rejîma Bass pêk tê, beriya çend rojan hewldan ala Desteya Bilind a Kurd daxin,  êrîşî hêzên Asayişê kirin û gule li ser welatiyên sivîl barandin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) neçar ma bersiva wan bide û şêniyên bajêr biparêze.

Îro bajarê Tirbesepiyê jiyaneke asayî jiyan dike, esnafan dikanê xwe vekirine û li bazarê tevgereke normal heye.