Li Tirbespiyê çalakiya ‘Kobanê keleha berxwedanê’ ye
Li Tirbespiyê çalakiya ‘Kobanê keleha berxwedanê’ ye
Li Tirbespiyê çalakiya ‘Kobanê keleha berxwedanê’ ye

Bi dirûşmeya 'Hebûna Kobanê hebûna Kuridstanê ye' Bi dehan welatiyên bajarê Tirbespiyê, endamên Partiya Yekîtiya Suryanî û Rêxistina Asûrî xwepêşandaneke girseyî lidar xistin û gotin ku YPG'ê rûmeta wan diparêze.
Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê û silavkirina berxwedana bêhempa ya şervanên YPG'ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tirbespiyê xwepêşandek lidar xistin û bang li hemû welatiyan kir ku tevlî bibin.
Li ser vê yekê bi dehan welatiyên bajar, endamên Partiya Yekîtiya Sûryanî û Rêxstina Asûrî ya Demokaratîk li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger kom bûn.
Xwepêşanvan di nava bazar û kolanên sereke yên bajar re derbas bûn. Welatiyan milên xwe hildan û alên Kurdî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û pankartên, "Kobanê keleha berxwedanê ye", "Hebûna Kobanê hebûna Kurdistanê ye" û "YPG/YPJ'ê rûmeta me diparêze" bilind rakirin.
Girseya gel ku Suryanî û Asûrî di nav de bû dirûşmayên silavkirina berxwedana Kobanê û şermezarkirina DAIŞ'ê û hevkarên wê vegotin. Welatiyan gotin ku ew bi hemû hêz û derfetên xwe li rex gelê Kobanê ne.
Di xwepêşandanê de Endamê koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemze Tolhildan, endama Rêxistina Yekîtiya Star Roj Mihemed û ji rêveberên tevgera ciwanan Demhat Cûdî axivîn. Axaftvanan piştgiriya xwe ya bi Kobanê re anîn ziman û wiha gotin: "Kobanê ne pariyekî hêsan e. Wê her kes ji bo wê can û xwîna xwe feda bike."
Xwepêşandan li pêşiya konê sersaxiyê yê têkoşer Ebdurehman bi dawî bû.
