Li Tirbespiyê teqîn

Li Tirbespiyê teqîn

Li gundê Cilbarat a 24 kîlometrî dikeve başûrê Tirbespiyê wesayîtek bombebarkirî hate teqandin. Di encamê de kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ji welatiyê bi navê S.K. yê ku di teqînê de birîndar bû ye hatine girtin wesayîtek a ser girtî ber bi gundê wan ve dikişand. S.K. destnîşan kir ku dema herdû wesayît gihiştin gundê Cilbarat wesayîta sergirtî ku ne dihat zanîn çi têde ye di nava gund teqiya. S.K. da zanîn ku di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûn lê ji ber ew bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê hejmara kuştî û birîndaran hîn nebû. S.K. diyar kir ku ji ber teqînê ziyana madî di malên gundiyan de çêbû ye.
Şêniyên gundê Cilbarat erebin û dikevin herêma herî başûrê Tirbepiyê û mîna gundên Ebû Xedîr, Tewîl, Mexsel,Himeyir û Xiwêtle wekî navendên komên çete yên DAIŞ'ê têne bikar anîn.