Li Tirkiyeyê 5 mîlyon ereb bê mafin
Li Tirkiyeyê 5 mîlyon ereb bê mafin
Li Tirkiyeyê 5 mîlyon ereb bê mafin
Serokê Komeleya Diyaloga Navbera Şaristan, Ziman û Olan a Mihallemiyên Samî û Platforma Yekîtiya Erebên Anadolu Mehmet Alî Aslan, têkildarî roja zimanê erebî diyar kir ku bi sedsalanin ereb rastî polîtîkayên bişaftinê tên. Aslan, da zanîn ku li Tirkiyeyê 5 mîlyon ereb ji hemû mafê xwe yê çandî û civakî bêpar in û wiha got: "Ereb di qanala TRT ya erebî de ji erebê li Tirkiyeyê nayên dîtin."
Neteweyên Yekbûyî (NY) erebî wekî zimanê 6'emîn ê cîhanê qebûl kir. Di 24 welatên misilman de nêzî milyarek ereb hene. 18'ê Kanûnê Roja Zimanê Erebî yê Cîhanê bû. Her sal wekî Roja Zimanê Erebî yê Cîhanê tê pîrozkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) û UNESCO di 08'ê Cotmeha 2012'an ya 190'an de daxwazên welatên Fas û Suudi Arabistanê bûn biryar û erebî bû zimanê şaristanî yê cîhanê. Tekildarî rewşa zimanê erebî û erebên li Tirkiyeyê Serokê Komeleya Diyaloga Navbera Şaristan, Ziman û Olan a Mihallemiyên Samî û Platforma Yekîtiya Erebên Anadolu Mehmet Alî Aslan, têkildarî roja zimanê erebî diyar kir ku bi sedsalanin ereb rastî polîtîkayên bişaftinê tên. Aslan, da zanîn ku li Tirkiyeyê 5 mîlyon ereb ji hemû mafê xwe yê çandî û civakî bêpar in û wiha got: "Ereb di qanala TRT ya erebî de ji erebê li Tirkiyeyê nayên dîtin." Aslan, anî ziman ku gelê Mihallemî ji bo ziman, ol û çanda xwe biparêze di sala 2006'an de platform ava kirin û wiha got: "Zêdeyî 100 salin gelê ereb û Mihallemi her dem rastî polîtîkayên çewsandin û tunekirinê tên û her dem di bin zextan de dijîn. Li Tirkiyeyê 5 milyon ereb hene, lê niha tenê 2 komeleyên wan hene.
'ZIMANÊ EREBÎ XWEDÎ MILYONEK Û 250 HEZAR PEYV E'
Aslan, da zanîn ku biryara UNESCO ya 18'ê Kanûne Roja Zimanê Erebî ya Cîhanê biryarek dereng e û wiha got: "Sala par ev biryar hat girtin. Lê erebî zimanekî hezar salan e. Erebî zimanê herî dewlemend ê cîhanê ye."
Aslan, da zanîn ku devoka Mihallemiyan zimanekî li gund û taxan tê axaftin û ji ber vê yekê xwest di sala 2009'an de TRT'ê de bê bikar anîn û wiha berdewam kir: "Me xwest zimanê erebî û devoka mihelmiyan di TRT'ê de bê bikar anîn. Me bi dehan caran serî li wezîrên eleqeder dan. Me xwest navê gundan ên berê bên dayîn. Me xwest televîzyona erebî bê vekirin. Lê mixabin ev daxwazên me pêk nehatin. Hikûmeta AKP'ê bi vekirina TRT-6'ê armanc nake ku xizmetê bide çanda kurdan. Ji xwe berî ku TRT 6 bê vekirin, Kurdan radyo û televîzyonên xwe vekiribû û çand û zimanê xwe diparastin. TRT ne bi devokên erebiya li Tirkiyeye, bi erebiya cîhanê weşanê dike. Mixabin erebê li Tirkiyeyê mafê wan nayê parastin.”