Sedê 64’ê Tirkan li dijî santralên nukleerî yên li Akkuyuyê ye. Li gorî Radyoya Dengê Rûsyayê ev di encama anketên rayagiştî de derketin.
Li gorî rayagiştî ya Tirkiyeyê sedê 64’ê Tirkan li dijin ku santrala nukleerî li axa wan were bicih kirin. Li ser pirsa, ‘Gelo hûn dixwazin li bajarê we santrala nukleerê bicih bikin, 86,4’ê rayagiştî yên tevlî anketê bûn bersiva ‘na’ dan.”
Li Tirkiyeyê derdorparêz, zaniest û pisporên navnetewî ji ber sedema jeolojî û sîsmîk ya vî welatî ji avakirina santrala nukleerî fikarên xwe anîn ziman. Lê belê hikumetê AKP’ê guh neda hemû hişyariyan û li Akkuyu ya nêzî Mêrsînê hewil dide santrala nukleerê avabike.
Li gel vê li gorî pisporan aliyê Rûsyayê ji projeyê paşve nakişin. Ji ber ku gelek pere razandine vê projeyê. Ji bo reaktora yekem bikeve faliyetan heya sala 2018’an hatiye plankirin.
Tê plankirin ku, Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Putin di van mehên nêz de biçe Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û qedera Akkuyuyê nîqaş bikin.