Li Toûloûsê, ji Mereşê heta Roboskî komkujî hatin protestokirin
Li Toûloûsê, ji Mereşê heta Roboskî komkujî hatin protestokirin
Li Toûloûsê, ji Mereşê heta Roboskî komkujî hatin protestokirin
Li bajarê Fransa Toûloûsê, ji Mereşê heta Roboskî komkujî hatin şermezarkirin û qurbaniyên komkujiyan hatin bîranîn.
Li bajarê Fransa Toûloûse, ji bo bîranîna welatiyên di komkujiyên Mereş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dan, civînek hat lidarxistin. Merasîma bîranînê ya li Lokala Komeleya Elewiyan a Demokratîk duh bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyan, destpê kir.
Nûnerê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) yê Başûrê Fransayê Alîm Yazar, Serokê Meclîsa Gel a Toûloûse, Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Şevket Çîftçî axaftinek kirin.
Li ser navê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse Ahmet Alîm da xuyakirin ku dewleta di sala 1978'an de komkujî li Elewiyan kiriye di sala 2011'an de li Roboskî komkujî pêk aniye.
Serokê Meclîsa Gel a Demokratîk jî 3 jinên şoreşger ên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.
Nûnerê FEDA yê Başûrê Fransayê Alîm Yazar jî ragihand ku piştî Plana Şark Îslahat, Elewiyên Kurd bi taybetî hedef hatine nîşandan û anî ziman ku polîtîkaya Tirkkirina Kurdan û Sunîkirina Elewiyan dewam dike. Merasîma bîranînê piştî xwendina lokma gulbengî ya Pîr Abbas bi dawî bû.