Li tozxurmatû teqîn: 2 mirin û Qeymeqam birîndar bû

Li tozxurmatû teqîn: 2 mirin û Qeymeqam birîndar bû

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, beriya niha demekê li ser rêya Tikrîtê teqînekê rû da û hate ragihandin ku, êrîş li dijî karwana Qeymeqamê qezayê çêbûye.

Çavkaniyekê ji ANF’ê re ragihand ku, beriya çend deqîqeyek li ser rêya Tikrîtê li dijî karwana Qeymeqamê qezayê teqînekê rû da û hate ragihandin ku Qeymeqam Şelal Abdullah birîndar bûye.

Her wiha hate ragihadin ku, di heman teqînê de endamî encûmen Seyîd Reşîd û Serokê Encûmenî bajarê Selahedîn Seyîd Qadir jiyana xwe ji dest daye.