Li Tutax, Panos û Norşînê agirê Newrozê bilind bû
Li Tutax, Panos û Norşînê agirê Newrozê bilind bû
Li Tutax, Panos û Norşînê agirê Newrozê bilind bû
Ligel baranê li navçeyên Tutax û Panosê bi deh hezaran kesan bi slogana "Bijî Serok Apo" Newroz pîroz kir. Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê jî bi hezaran kesan Newroz pîroz kir.
TUTAX
Li navçeya Tutaxê ya Agiriyê bi hezaran kesan ligel baran û berfa dibarî bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû" Newroz pîroz kir. Welatiyên li ber avahiya BDP'ê ya Tutaxê hatin cem hev heta qada Newrozê ya li taxa Murat meşiyan. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" hatin qîr kirin. Jinan kiras û fistan li xwe kirin û zilaman jî şal û şapik li xwe kirin. Ligel barana bi hêz dibarî girse ket qadê.
Welatî li 4 nokteyên lêgerînê ya polîsan re derbasbûn û ketin qadê. Li qadê pankratên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdan re statû" û "Newroz pîroz be" hatin daliqandin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Tutaxê Ayhan Demîrel axaftina vekirinê kir û Newroza hemû kesî pîroz kir. Demîrel diyar kir ku, ew di pêvajoyekî gelek girîng re derbas dibin û wiha got: "Em bi salanin dibêjin di çareseriya pirsgirêka Kurd de muhatab Birêz Ocalan e." Endamê Meclîsa BDP'ê Murat Ozturk jî axaftinekî kin kir. Piştî axaftinan agirê Newrozê hate hilkirin. Mitîng bi stranan bi dawî bû.
PANOS
Li naçveya Panosê ya Agiriyê ji bi hezaran welatî li gel baranê li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" ber bi Qada Newrozê ve dest bi meşê kirin. Girse li 4 nokteyan piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Li qadê wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin û pankratên "Serokatiya azad nasnameya azad", "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" û "Ji Ocalan re riya azadiyê" hatin daliqandin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin qîr kirin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin.
Pişt re Serokê Rêxistina BDP'ê yê Panosê Îkram Bedîr axivî û wiha got: "Em piştgiriyê didin pêvajoya Birêz Ocalan daye destpêkirin û bêyê Ocalan çareseriyê qebûl nakirin." Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Halef Keklîk ji axivî û Newroz pîroz kir. Parlementerê BDP'ê Halîl Aksoy jî diyar kir ku, bi têkoşîna ciwanên Kurd qedeyên Newroz, ziman û nasnameyê hate şikandin. Aksoy, anî ziman ku ew şoreşa Rojava silav dikin.
Piştî axaftinan Bawer Beyanî derket ser dikê û stran gotin mitîng bi stranan bi dawî bû.
NORŞÎN
Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê jî li Qada Roboskiyê ya Şaredariyê Newroz hate pîrozkirin. Qad bi rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û pankratên "Ji Birêz Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statûya siyasî" û "Serokatî jiyane em dest ji jiyanê bernadin" Di qadê de wêneyên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan hatin vekirin û ji bo Ocalan slogan hatin qîr kirin.
Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hate hilkirin. Serokê Komîtiya Amadakar Secrettîn Ural, axivî û bal kişand ser dîroka Newrozê. Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan jî bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Norşînê Hakan Tadîk jî axaftinek kir û Newroz pîroz kir.
Piştî axaftinan hûnermend Nezîr Agît û Koma Başkale derketin ser dikê girse coş xist.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê û navçeya Erdişê ya Wanê jî ji bo pîrozbahiyên dê di 19'ê Adarê de li dar bixin belavok belavkirin û bang li hemû kesî kirin tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.