Li Ûkraynayê kampanya alîkariyê ji bo Rojava

Li Ûkraynayê kampanya alîkariyê ji bo Rojava

Kurdistaniyên li Ûkraynayê dijîn, kampanya alîkariyê ya beriya 15 rojan ji bo Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin, bi encam kirin. Di vê çarçoveyê de di nava 15 rojan de 55 hezar dolar ji bo Rojava hatin komkirin.

Kurdistaniyên li bajarên Odessa û Xarkov ên Ûkraynayê dijîn, kampanya xwe ya alîkariyê ya beriya 15 rojan dabûn destpêkirin, bi encam kirin. Di encama xebatên 15 rojan de 55 hezar dolar alîkarî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hat komkirin. 

Heyeteke ji komîteya alîkariyê ya bajarê Xarkov Emîn Kûrt û Adîl Muslim û ji komîteya bajarê Odessayê Mûstafa Abo û Mehmed, alîkariya hat komkirin birin Rojavayê Kurdistanê û radestî rayedaran kirin.