Li Uppsala ji bo Rojava maça futbolê

Li Uppsala ji bo Rojava maça futbolê

Bi armanca piştgiriya gelê Rojava yê ku li dijî çeteyên El Nusra li berxwe didin li bajarê Swêd Uppsalayê maçek futbolê hat li darxistin û hemû qezanca wê ji bo Rojava hat rêkirin. 

Maça futbolê ya ku di navbera tîma Uppsala Kurd KF û Uppsala IP de hat leyîstin ji aliyê 500 kesî ve hate temaşekirin. Qezenca vê maçê ku 22 hezar kron bû, ji bo ji gelê Rojava re bişînin radestî Heyva Sor hat kirin. 

Bajarê Uppsala ku hejmarek mezin kurd lê dijîn, di 2007’ê de bi tecrubeyên xwe yên futbolê tîma Uppsala Kurd FK avakirin û di demekî kurt de bi serkeftinên mezin bi dest xistî derbasî tura 4’mîn bû. Ferhat Anli rêveberê tîmê ku ji rêxistinkirina tîmê berpirse, diyarkir ku li rexmê di maça dawî de  ku 1-0 winda kirin jî, lê ew bawerin ku tîma wan wê derkeve tûra 3’mîn. 

Piştî ku ji televizyonê embargo, êriş û komkujiyên li ser gelê Rojava temaşe kirin şûnda bi armanca piştgiriya gelê Rojava biryara pêşbirkek a futbolê bidin destpêkirin dan û wiha got: “Vê maçê hêla ku pirsgirêka Rojava bikeve di rojevê de û rê da ku ji aliyê girseyekî mezin jî ve were zanîn. Maç ji aliyê 500 kesî ve hat temaşekirin û yên hatin jî bi armanca piştgiriya Rojava bikin hatin. Me dixwest bi rêya maçê pirsgirêka li Rojava bi rêya bikaranîna çapemenî bigehînîn girseyekî mezin û em di vê yekê de bi ser jî ketin.”  

Anik bi bîr xist ku wan di dawiya meha Tebaxê de bi armanca piştgiriya Rojava şevek li darxistine. Her wiha diyarkir ku her çendî Rojava beşê Kurdistanê yê herî feqîr û paşda mabe jî lê bi berxwedana ku nîşan da îro bûye rûmeta hemû gelê kurd. Anik diyarkir ji bo piştgiriya Gelê Rojava wê xebatên xwe yên weke  festival û pêşbirkên futbolê berdewam bikin.