Li Ûrmiyê cerdevan bi kincên gerîla pere kom dikin

Li Ûrmiyê cerdevan bi kincên gerîla pere kom dikin

Hat ragihandin, li Rojhilatê Kurdistanê herêma Ûrmiyê cerdevan bi kincên gerîla ji gundiyên bazirganiya sînor dikin, pere kom dikin. Hat hînbûn ku yên vê dikin cerdevanên Milgever û Tilgever in.

Mîna li Tirkiyê, pergala cerdevaniyê li Îranê jî li hemberî gerîlayên PJAK'ê bi taybetî di salên dawî de hat zindîkirin.

Rejîma Îranê her sal li ser sînor bi hinceta kasibkariyê bi dehan mirovan bê pirs û îfade qetil dike.

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Kurd li Îranê, di sala 2012'an de leşkerên Îranê li ser sînor herî kêm 37 qetil kirin. 

Li ser sînor leşkerên Îranê, xwe dixin şûna dadgeriyê û mîna "yekîneyên mirinê" tevdigerin. Di nava kesên ji aliyê leşkeran ve tên qetilkirin de zarok jî hene. Şêniyên herêmê yên bi "qeçaxçî" tên tawanbarkirin, dibin qurbanên rejîma bê edalet û bê wekhevî.