Li Urmiyeyê di bin çavdêriya dewletê de firotina madeyên hişber
Li Urmiyeyê di bin çavdêriya dewletê de firotina madeyên hişber
Li Urmiyeyê di bin çavdêriya dewletê de firotina madeyên hişber
Rejîma Îranê her roj li deverekê bi îdîaya ku bazirganiya madeyên hişbir dikin hin kesan darve dike. Lê aliyê din hêzên girêdayî Spayê Pasdaran, bêyî ku rastî ti astengiyan werin li Rojhilatê Kurdistanê madeyên hişbir li ciwanan belav dikin.
Li gorî nûçeyeke ajansa KurdPa ku xwe dispêre hin kesên nexwestine navên wan werin eşkere kirin û xelkê herêmê, li derdora Urmiyê û bi taybetî li gundên herêma Tirgeverê, hin kesên girêdayî spayê pasdarên di nav ciwanan de madeyên hişbir belav dikin.
Li gorî heman çavkaniyê, bi taybetî di du mehên dawî de, 20 kesên ku temenê wan di bin 20 salî re ne û girêdayî spayê pasdaran in, li gundên Tirgeverê Enbê , Mewana, Şêban, Tilû, Xwoşeko, Sûlkê, Tileke, Gocar, Derbend, Talun, Şêx Şemzîn, Hele Felle, Qesirk û Avdê bi madeyên hişbir li ciwanan belav dikin..
Xelkê herêmê jî ji ajansa KurdPa re radgihandiye ku ji niha ve gelek ciwanên wan tûşî bikaranîna madeyên hişbir bûne û rayedarên rejîmê jî li hember vê rewşê bêdengî û bêhelwestiya xwe didomînin.
Rejîma Îranê wekî gelek herêman, li Rojhilatê Kurdistanê jî di çarçoveya belavkirina madeyên hişber de siyasetek qirkirinê dimeşîne. Li gorî daneyên fermî yên polîsên Îranê, tenê li parêzgeha Sineyê ku weke serbajarê Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn 21 hezar kes madeyên bi kar tînin. Her wiha, di warê xwekuştinê de li Îranê herêma kurdistanê rekor şkandiye. Bi taybet Sine, Îlam, Kirmanşan û Hemedan di rêzên yekemîn de ne. Li gorî hin lêkolînan, rêjeya xwekuştina heftane li Îranê 13 ye û ev rêje tenê li Îlamê 4 e.