Li Venezuelayê duh di rafîneyek ya petrolê de teqînek çêbibû û di encamê de hêjmara miriyan giha 39’an.
Alîkara Serok Dewleta Venezuelayê Elias Jaua ragihand ku, di teqîna li rafîneya herî mezin ya welat Amuayê ya li nîvgira Paraguanayê de, di nav kesên mirî de 18 leşkerin û navê 6 kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî hêjan nehatine aşkera kirin.
Wezîra Tenduristiya Venezuelayê Eugenia Sader di nexweşxaneya birîndar rakirinê de daxuyaniyek da û ragihand ku, 9 jê giran 86 birîndar hene. Sader aşkera kir ku, ji birîndaran 77 kes piştî dermankirina wan bidawî bûn, hatine tabûrcû kirin.
Piştî teqîna li rafîneyê, pêtên agir yên qasî 30 metreyan bilind bûyîn li rexmî ku 20 demjimêr ser re derbaz jî bûn hêjan didome.
Serok Dewlet Hugo Chavez piştî teqîna li endustriya petrolê ya herî kujer ya li Venezuelayê daxuyaniyek da û ragihand ku, li welat 3 rojan şîn îlan kirine. Chavez destnîşan kir ku, ji bo sedemê teqînê zelal bikin, ferman dane rayedaran.
Rayedar didin diyarkirin ku, teqîn ji ber çizirandina gazê rû daye. Wezîrê Petrola Venezuelayê Rafael Ramirez di daxuyaniya duh de gotibû, teqîna li rafîneya petrolê, ji ber sedema çizirandina gazê ku li ser rafîneyê ewrek ya dûmanê çêkiribû rû daye.