Li Wanê 32 girtiyan bi dest greva birçîbûnê kirin

Li Wanê 32 girtiyan bi dest greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê, greva birçîbûnê ya 13 girtiyên piştî fîrarê ji girtîgeha Çewlikê hatibû sirgûnkirin duh destpê kir, bi beşdariya 20 girtiyên nû dewam dike.

Piştî ku ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê girtî rizgar bûn û hatin girtin, 13 sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bûbûn û ji bo şermezarkirina pêkanînên li girtîgehê girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Grev duh destpê kir û ji koxûşên A û B, 20 girtiyan piştgirî dan grevê û dest bi grevê kirin.

Serokê şaxa TUYAD-DER'ê ya Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku wan parêzer şandine girtîgehê, parêzer xwestine ji dozgerê girtîgehê re hevdîtinê pêk bîne, lê ji ber ku dozger li cihê xwe nebûyê hevdîtin pêk nehatiye. Aygun wiha axivî: "12 Girtiyên ku ji Girtîgeha Çewlikê, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bûn, rastî zextên mezin hatin. Hatin tecrîdkirin û tenê hatin hiştin. Girtiyên PKK'yî ji bo nerazîbûnê nîşan bidin, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dan destpêkirin. Her wiha 20 girtiyên ku di koxuşên A û B de dimînin ji bo piştgiriyê bidin, 13 girtiyên ku dest bi grevê kiren, wan jî grev dan destpêkirin."

Birayê girtiyê bi navê Arîf Koç ku ketiye grevê, Ahmet Koç der barê mijarê wiha axivî: "Piştî fîrarê di nav de birayê min Arîf Koç jî heye bi giştî 26 girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Wanê bûn. Li gorî agahiyên ku birayê min daye, piştî ku çûne Girtîgeha Wanê di koxuşan da 2 kes diman. Lê ligel wan girtiyên adlî jî dihatin girtin. Nedihiştin bi hevalên xwe re bi tu awahî têkiliyê deynin. Piştî ku birayê min hat sirgûnkirin, me zêde ew nedît. Em girtîgehê digerin der barê roja hevdîtinê agahiyên şaş didin me." Koç anî ziman ku birayê wî bi riya telefonê ji wî re ragihandiye ku ji bo zextên li hember girtiyan bi dawî bibin û ji bo biçin gel hevalên xwe dê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidomînin.

NAVÊN GIRTIYÊN DI GREVÊ DE NE

Navê girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ketine grevê wiha ne; Arîf Koç, Mehmet Oztekîn, Serhat Karsu, Sanayî Karakoç, Ahmet Bazancîr, Faîk Altun, Recep Demîr, Celîl Ugurlu, Oktay Mert, Selamî Kizil, Baran Gunana, Dîren Yaşa, Osman Kiliç, Devrîm Kavak, Huseyîn Barsak, Alî Nergîs, Ridvan Îpek, Cemîl Doster, Diyar Kaydu, Îbrahîm Evgîn, Orhan Yakişir, Abdullah Solmaz, Ahmet Demîrbaş, Lutfu Arslan, Emrah Ubîç, Ramazan Benîce, Îzzettîn Eren, Fesîh Taş, Mesut Tek, Îlhan Dayan, Alî Ertunç, Sabrî Olmez.