Li Wanê 4 kes hatin binçavkirin

Li Wanê 4 kes hatin binçavkirin

Polîsan li taxa Xacort a Wanê bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçavkirin. Hate ragihandin ku, polîsan çek dirêjî serê zarokên di dergûşê de kirin.

Polîs û tîmên taybet li Kolana Hîsar a taxa Xacortê ya Wanê bi ser 4 malan de girt. Di serdegirtinan de polîsan bêyî li deran bide hewilda deran bişkine û piştî xwediyên malan bertek nîşanî polîsan da ev yek hate astengkirin. Di serdegirtinan de mal serûbin hatin lêgerînkirin û piştre welatiyên bi navê Mehmet Gur, Îbrahîm Durmaz, Îshak Durmaz û Velat Batu hatin binçavkirin. 4 kes bi hinceta "alîkariya rêxistinê kirin" hatin binçavkirin.

Bavê Mehmet Gur ê hate binçavkirin Nurî Gur diyar kir ku, dema polîsan hewilda deriyê malê bişkinên dervekir û polîs piştî ketin hundir ew hemû dirêjî erdê kirin. Gur anî ziman ku, ligel di serşoyê de jin hebûn polîsan û tîmên taybet der şikandin û ketin hundir û wiha got: "Çek dirêjî serê zarokê di dergûşê de jî kirin û lêgerîn kirin. Di dema lêgerînê de polîsan kaxizekî sipî avêtin nava malê û pişt re jî li ber qemerayê ev kaxiz vekirin û gotin 'li malê krokiya êrîşê hate dîtin'" Selîm Gur jî diyar kir ku, polîsan bi zorê ketin mala wî û bêyî kaxiza destûrê nîşan bidin lêgerîn pêk anîn. Gur aşkera kir ku, wî ji polîsan pirsa "Hûn çima hêj zilmê dikin" kir û wiha axivî: "Polîsan ji min re got, 'ezim ji bo pere dikim û tu pêvajo me eleqedar nakin'"

Malbata Gur diyar kir ku, ew dê derbarê polîsan de serlêdana sûc bike.