Li Wanê 5 zarok hatin binçavkirin

Li Wanê 5 zarok hatin binçavkirin

Li taxa Xaçortê ya Wanê di serdegirtina malan de 5 zarok hatin binçavkirin.

Yekîneyên polîsan serê sibê li taxa Xaçortê ya Wanê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de zarokên bi navê S.A, F.O, M.D, B.K û zarokê navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin.

Zarokên bi îdîaya tevlî bûyerên li bajar pêk hatin bûn hatin binçavkirin birin Şaxa Zarokan a Midûriyata Polîsan a Wanê.