Li Wanê 6 kes hatin girtin
Li Wanê 6 kes hatin girtin
Li Wanê 6 kes hatin girtin
Li Wanê, ji 11 kesên di serdegirtinên malan ên li navçeyên Qelqelî û Sarayê de hatin binçavkirin, 6 jeê hatin girtin.
Li gundên ku girêdayî navçeyên Qelqelî û Sarayê yên Wanê di 27'ê Kanûnê roja Înê de tîmên taybet û leşkeran avêtibûn ser malan û rêveberê BDP'ê jî di navde 11 kes hatinbûn binçavkirin. Yên ku hatibûn binçavkirin duh sewqî Ediliyeya Wanê hatin kirin.
Dema derketin pêşberî dozgeriyê Atakan Kaplan serbest hat berdan, 10 kesên din jî bi biryara girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Di encama darizandina heta nîvê şevê de 4 kes hatin berdan lê Ayhan Kiliç, Turan Sarigul, rêveberê BDP'ê yê navçeya Sarayê Mahmut Bedir, endamê Meclisa Şaredariyê ya Qelqeliyê Seyîtxan Şahîn, Hakîm Sadiç û Gurgîn Utkîn bi îdiaya ku "Endamên rêxistinê ne" 'u "Alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin.
Yên ku girtin şandin Tîpa F a Girtîgeha Wanê.