Li Wanê 7 xwendekar hatin girtin

Li Wanê 7 xwendekar hatin girtin

Li Wanê 7 endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YODER) ku 3 roj berê hatin binçavkirin hatin girtin.

Li taxa Yenî û Akkopru ya Wanê di 7'ê Cotmehê de polîsan bi ser gelek malên xwendekaran de girt. Polisan di serdegirtina malên xwendekaran de 7 endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YODER) binçav kirin. Xwendekarên bi navê Yusuf Emir Bukum, Mazlum Altinok, Berivan Aksu, Melek Bozkaya, Sedat Yikin, Cuneyt Îlgun, û Erhan Alagoz, hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. 7 xwendekarên ku hatin binçavkirin û derxistin pêşberî dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Heyeta dadgehê piştî li îfadeya xwendekaran guhdar kir, xwendekarên bi navê Yusuf Emir Bukum, Mazlum Altınok, Berivan Aksu, Melek Bozkaya, Sedat Yikin, Cuneyt Îlgun û Erhan Alagoz bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" girtin û şandin girtîgehê.