Li Wanê beşdariya li boykotê ji sedî 90 e
Li Wanê beşdariya li boykotê ji sedî 90 e
Li Wanê beşdariya li boykotê ji sedî 90 e
Ji sedî 90 ê şêniyê Wanê bersiv da banga boykotkirina dibistanan a BDP û KCD'ê.
Banga BDP, KCD û saziyên din ên Kurdan ên ji bo boykotkirina dibistanan li Wanê bersiva xwe dît. Di demsala 2013-2014 a perwerde û hîndekariyê de zarokên Kurd roja destpêkê neçûn dibistanan û li gorî boykotê tevgeriyan. Bi taybetî li taxên mezin ên Wanê Şabaniye, Karşiyaka, Yenî Mahalle, Xaçort û Yunîplîkê rêjeya beşdariya li boykotê ji sedî 90 bû.
Ji ber boykotê, polîsên sivîl danê sibê çûn dibistanan û ji rêveberiya dibistanan der heqê boykotê de agahî stendin. Li Dibistana Amadeyî ya M. Akîf Ersoy ku ji ber dibistana nû nehatiye çêkirin li konteynirê perwerde tê dayîn, rêjeya beşdariya li boykotê gelekî bilind e. Li dibistana Seretayî ya Suphanê ku xwedî 1400 xwendekaran e, bi tenê 200 xwendekaran dest bi dersan kirin.
Der barê mijarê de Şaredara Sixkê ya BDP'yî Nezahat Erguneş û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûrrahman Dogar li ber Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek dan çapemeniyê. Şaredar Nezahat Erguneş bal kişand ser zextên dewletê yên li ser zimanê dayikê û bang kir ku dibistan hefteyekê bê boykotkirin.