Li Wanê bi hezaran ji bo Kobanê meşiyan
Li Wanê bi hezaran ji bo Kobanê meşiyan
Li Wanê bi hezaran ji bo Kobanê meşiyan
Li Wanê bi meşeke ku bi hezaran kes tevlî bûn êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi piştgiriya AKP’ê li hemberî Rojava û Kobanê hatin şermezarkirin. Di meşê de ku AKP bi tundî hat hişyarkirin wiha hat gotin: “Ya aştî, yan jî DAIŞ.”

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi piştgiriya AKP’ê li hemberî herêma Kobanê û Rojava bi hezaran kesên li ber Parka Feqiyê Teyran kom bûn bi dirûşmayên “Kurdistan wê ji bo DAIŞ bibe goristan”, “Bijî Serok Apo” û “Bimire AKP” ber bi Serokatiya AKP’ê ya li Îpekyolu ve meşiyan. Di meşê de endamê Meclîsa DBP’ê Ramazan Yildiz, Serokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Musa Îtah, Serokê HDP’ê yê Bajarê Wanê Harun Okay, Seroka Şaredariya Şemrex Necla Yildirim, Hevşaredarên navçe, rêveberên DBP-HDP’ê ên bajarê Wanê jî di nav de bi hezaran kes tevlî bûn.

Di meşê de pankarta “Wê li hemberî komkujiyên Rojava bêdengî çênebe. Wê ji DAIŞ û hevalbendê wê AKP’ê hesab bê pirsîn” hat vekirin. Girse piştî li ber Rêxistina Navçeya Îpekyolu ya AKP’ê civiyan ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Serokê DBP’ê yê Bajarê Wanê Musa Îtah ku li vir axaftinek kir got ku çeteyên DAIŞ ên bi tank û topên AKP’ê tevdigerin li Rojava komkujiyan pêk tînin.

Îtah diyar kir ku AKP xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê û mîmarê sereke yê komkujiyên li hember gelê Kurd tên meşandine û got: “DAIŞ AKP ye û AKP jî DAIŞ e.” Îtah ku AKP bi zimanekî tund hişyar kir wiha got:
“AKP ku li Bakurê Kurdistanê qirkirinên siyasî, spî û ziman pêk tîne, li Rojava jî bi şandina çeteyan a ser gelê Kurd komkujiyan pêk tîne. AKP bi trenan, TIR’an çekan dişine Rojava û rêxistineke hov a weke DAIŞ destek dike. Li vî alî ku bi polîtîkayên derew ên aştiyê dimeşîne, li aliyê din rûyê xwe yê komkujer bi şêweyekî zelal derdixe holê. DAIŞ AKP ye û AKP jî DAIŞ e. Di çavên gelê Kurd de rêveberê vî şerê qirêj e. Em li vir dibêjin an DAIŞ an jî aştî. Êdî hilbijartinekê xwe bikin. AKP ku tehemûlî 3 dibistanên Kurdî nake, wê nikaribe bi zext û komkujiyan bi gelê Kurd serî bide tewandin. Em careke din hişyarî dikin, ger hûn ji van kiryarên xwe yên komkujiyê dest bernedin wê di agirê Rojhilata Navîn de yên ku tenê dişewitin ne gelê Kurd be. Hûn ê jî di agirê vê cehenemê de bişewitin. Bila AKP vê baş bizane.”

Piştî axaftinan girseya ku xwest belav bibe rastî êrîşa polîsan hat. Li ser bersiva ciwanan pevçûn didomin.