Li Wanê bi hezaran ji bo Roboskî meşiyan

Li Wanê bi hezaran ji bo Roboskî meşiyan

Di duwemîn salvegera Roboskî de li Wanê bi meşekî ku bi hezaran bejdar bûn hat protesto kirin.

Di duwemîn salvegera qetil kirina 34 kesên ku di 27’ê Kanûna 2011’an de ji aliyê balefirê artêşa Tirk ve hatin qetil kirin de li wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate protesto kirin.

Girseya ku li pêş Avahiya Bajarê a BDP’ê hatin gel hev û  di navde Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê Şaredariya Bajarê mezin Bekir Kaya, rêveberên BDP’a Bajarê Wanê û darbestên temsîlî ku yên destê bi hezaran kesî de, li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên dawî natine weşandin û li gel alên PKK’ê ber bi Parqa Feqeyê Teyran ve ketin meşê.

Di tevaya meşê de girseyê dirûşmeyên weke ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Dewleta kujer wê hesab bide’ qêriyan dovizên weke ‘diz û kujer wê hesabê bidin’, ‘em wê komkujiya Roboskî ji bîr nekîn’ hilgiritn.

Piştî meşa ku li ser astengiya polîsan pêk hat şûnde Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer axaftinek kir û got ku tenê berpirsên vê komkujiyê ne ew pîlotin. Uçar got ku berpirsên vê komkujiyê hikûmet û serokwezîrin û wiha dewam kir: “Bê ku rijandina xwîna kurdan û birînkirina dilê wan têran neke bi gotinên xwe jî bi hestên wan jî henekên xwe dikin. Dibêjin ‘em wê tezmînata wan bidîn’. Yanî dixwazin bêjin ku ‘emê qetil bikîn û pareyê wan jî bidîn’. Vê êşê ne tenê Şirnex hemû Cîhan û Tirkiye dijî. Em ti komkujî ji bîr nekirine û emê nedîn ji bîr kirin jî. Berpirsê vê komkujiê hikûmete.”

Girseya ku piştî axaftina Uçer pênc deqe çalekiya rûniştinê pêk anîn şûnde belav bûn.